Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Cejna Zimanê me pîroz be
Tê bîra min gava min hîn dest pê dibistanê nekirî bû ez bi zimanê kî din diaxivîm bi malbat û hevalên xwe ra. Jêr digotin zimanê zikmakî yanê zimanê dayikê. Gava min dest pê dibistanê kir min zimane kî biyanî nas kir min jêr digot zimanê Mamoste.ija min zimanê mamoste nizanî bû gava min li dibistanê bi hevalên xwe û mamostê xwe ra bi zimanê zikmakî biaxivî ya ma mamoste ji mera hêrs dibû diqêrî ya ser me em heval tev ditirsîyan û ez digirîyam min digot mamoste ka Zimanê dayîk ra tu çima hêrs dibî ka me çi kir tu ewqas hêrs dibî ? Mamostê me digot li dibistanê zimanê dayîkê qedexe ye .gere hûn tev zimanê min hîn bibin û biaxivin .ez difikirîm ka emê kengê zimanê mamoste yê biyanî hîn bibin , xwendin û nivîsandin kengê û çawa hîn bibin? Lê zimanê mamoste pir dijwar dihat bi me lê me êdî ditirsîya bi hevalên xwe ra bi zimanê zikmakî biaxivî ya na me digot em herin malê an taxê emê wê çaxê biaxivin.em niha tu tişt ji hevra nebêjin .lê gava ez diçûm malê min tiştek cûda farq kiribû êdî dê û bavê min jî bi min ra bi zimanê mamoste diaxivî . Jiminra digotin tu diçî dibistanê tu gere êdî zimanê mamoste hîn bibî û biaxivî Zimanê me anka ewqas bo te ne girînge min fêhm nedikir gelo zimanê zikmakî bo çi ne girîng bû an ji boy çi qadex bû an zimanê biyanî çima ewqas carek ta girîng bû bo me teva? Min rojek ji dayîk a xwe ra pirs kir min go dayê gelo çima zimanê dayikê qedexe ye? Qey zimanê me ne başe? Dîyamin bi pirsa min pêşî kenîya paşê bi dilê xemgînî , na keça min zimanê me xirab nîne lê tu xibera mamoste xwe bike û zimanê wî hîn bibe û tenê xwendina xwe binêre.êdî devdora min da tu kesî bi zimanê zikmakî ne diaxivî ne hevalên min ne jî malbata min her der bibû zimanê mamoste yê biyanî .lê êdî hêdî hêdî Zimanê mamoste yê biyanî bibû zimanê me , zimanê zikmakî jî bibû biyanî ji mera .gava sê çar sal derbas bû min farq kir kî êdî ez nikarim zimanê zikmakî biaxivim êdî mîna berê fehm jî nedikir .niza ev sûcê min bû gelo zimanê zikmakî ji bîr kirin? Lê ê dilê min dişewitand min nikaribû bi kalik û pîrika xwe ra biaxivî ya ma gava wan tiştek bigota min piranî wan fehm nedikir. Min nikarî bû bi wanra sohbet bikira . Lê gava mamostê me gotibû zimanê zikmakî qedexe ye ez fikirî bûm gelo her bajarê zimanê dayikê li dibistanê qedexe ye? Ez çiqas mezin dibûm ez ewqas ji xwe û malbata xwe ra hêrs dibûm ji boy çi me xwedî derneketi bû zimanê xwe û zimanê me ji me dabûn jibîrkirin an na in çawa hîştibû malbata min ziman jimin da bûn ji bîr kirin , min çima ewqas zû ji bîr kiribû ? Gava xalekî min an mezine kî me jiminra tiştek bigota na an bixastana min yan qet fehm nedikir yan jî piçek fehm dikir lê bersiv nikarî bû bida wan bi zimanê biyanî bersiv dida wan , jiminra dikenîyan û digotin dê û bavê wî du peyvok zimanê biyanî nizane ew jî zimanê xwe nizane û ev tişt ne sûcê min tenê bû ewana wusa kiribûn ne min lê ez dîsa jî xemgîn dibûm . gava bavê min strane kî guhdarî bikira min jê dipirsî ya gelo çi derdê vî stranbêjê heye û ewqas dilşewat û ji dil dibêje bavê min digot derdê me mezine lê kes nabîne û nabihîse em jî pirî davên nava dilê xwe û dilê me jî bi strana xemgînî ya xwe dide nîşan û paşê hesîr diket çavê dê û bavê min .lê ez hîn difikirîm zimane kî ewqas delal , şêrîn , dilşewat çawa dibe qedex? Çima em xwedî dernakevin em çima ji bîr dikin ? Min ser zimanê xwe tu tişt nizanî bû ne xwendin , ne nivîsandin , ne dîroka wî , ne jî wêja wî . Min rojek nivîsekê xwendibû digot ziman tine be ew xelk jî tine ye , mirov bi zimanê xwe heye ziman nasnameya mirove , ziman hebûna mirove û go tu dixwazî xelke kî wenda bikî wî ziman bide ji bîrkirin yanê asîmîle bike .min ew roj fehm kir ji boy çi zimanê min qedexe ye lê em qiymeta zimanê xwe yê zikmakî nizanin ji boy wî jî zû hatibûn asîmîle kirin . Lê min wê çaxê biryarek da bû ezê êdî zimanê xwe yê zikmakî hîn ( fêr) bibim û min dest pê kirîbû ziman tunebe tu jî tine yî xwedî derkevin zimanê xwe û zimanê xwe hîn bibin nehêlin kes zimanê we ji we bide jibîrkirin.û min zimanê xwe hîn bûm rava devdora xwe jî kir. 💮 MORÎ 💮
··
168 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Delalê okurunun profil resmi
Jibo ev çîroka bi manegiran ez te pîroz dikim Hevala Morî. Bi rastî jî em li derdora xwe dinêrin zarok tirkî diaxivin lê dê û bav kilamek bi tirkî nizanin. Divê ku em zimanê xwe ji bir nekin. Zimanê dayikê şerefa meye, namûsa meye, xîreta meye û her tiştê meye. 🕊✌
ROLÊDA okurunun profil resmi
Ez spas dikim xwuşkê 🌼 zimanê bi rastî jî her tiştê me ye 🌼
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.