Nûbehara Biçûkan qediya. Keda mamoste Qedrî Yıldırım li ser pirtûkê gelek e. Xwedê rehma xwe lê bike. Ciyê wî bihuşt be. Ji bo zimanê Kurdî gelek xebitî.
Taybetmendiya Nûbehara Biçûkan ew e ku, li gor agahiyan, yekemîn ferhanga Kurdî ye. Nûbehara Biçûkan di navbera salên 1682-1683an de hatiye nivîsandin. Xanî Nûbihara Biçûkan ji bo zarokên Kurmanca dinivîse.
"Ne ji bo sahibrewacan
Belkî ji bo biçûkên Kurmancan"
Xanî bi vê berhema xwe du tiştan armanc dike. 1) ji bo ku xwendekarên Kurd Erebî bi awayekî hêsanî hîn bibin bi terza menzum/helbestkî bikaraniye. 2) Ji bo ku zimanê Kurdî di medreseyan de wek zimanê zanistî were bikaranîn, Nûbehara Biçûkan nivîsîye.
Xanî Nûbihara Biçûkan bi terza menzum/ helbestkî Nûbihara Biçûkan nivîsîye. Lewra jiber kirina peyvan bi terzekî helbestkî hêsantir e. Wek Mewlîda Bateyî. Mewlîd jî bi şêweya helbestkî hatiye nivîsandin hem ahengekî wê heye mirov aciz nabe hem jî jiber kirina wê hêsan e.
Nubihara Biçûkan bi salan e di medreseyên Kurdistanê de wekî pirtûkên dersê tê bikaranîn. Zimanê Nûbihara Biçûkan giran e. Her kesek nikare bixwîne. Min jî tiştek jê fêm ne kir. Ehlê medresê zêdetir jê sud digrin. Armanca wendina min jî ew bû ku Xanî ji me re nivîsandiye divê teqez em jî bixwinin. Ji ber vê min xwend.
Nûbihara Biçûkan piranî bi Erebî-Kurdî di nav beytan de derbas dibe. Li hin ciyan jî Kurdî-Erebî hatiye nivîsandin.
Peyva Erebî û li hemberê wê wateya wê ya Kurdî hatiye nivîsandin.
Mînak:
"Ekhel murovê çavbikil, eşhel murovê çavbelek
Eşqer murovê çavhişîn, rengê genimgûn esmer e"
Xanî di despêka ferhengê heya dawiya ferhengê de li serê her bendê şîretan xwendekaran dike. Jixwe Nûbihara Biçûkan jî pirtûkekî dîdaktîk e. Mebesta Xanî jî ew e ku zarokan re qîmeta xwendinê û ilmê û hurmet kirina mamosteyan bi de hîn kirin, dûrketina ji derew û quretiyê hwd.
Armanca Xanî hate cih. Bi salan e di medreseyan de Nûbehara Biçûkan wek pirtûkekî zanistî tê xwendin.