Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

144 syf.
·
Puan vermedi
Jineke Miri Li Cihangire
Bi gelemperî dema ez nivîsên nivîskarên jin dixwînim bivê nevê pêşî bala min diçe ser zayenda lehengên wan. Bi gotineke din meraqa min ya "Gelo lehengên nivîskarên jin jî bi gelemperî mêr in an ew jî weke nivîskarên zilam ji aliyê empatiyê ve qels in?" -helbet ne hemî nivîskar- ji ber ku ez jî li gor xwe bi nivîsandinê mijûl im û dîsa li gor xwe di warê afirandina lehengên jin de pirsgirêkên min hene ji min we ye ku hemî kes mîna min e. Hey min qala lehengan kir ezê ji lehengên Jana Seyda dest pê bikim. Lehengên wê yên zilam weke qalibekî ne û herwiha dema peyva 'zilam' dibe kirde di cihekî de, çi tiştên asayî di mêjiyê xwendevan de bi awayekî gelekî asayî û xwezayî şîn bibe ne kêm ne zêde ew tişt şînbû di mêjiyê min de jî. Ger ez vê hevokê hinekî din jî hêsan bikim ez dikarim wisa bêjim ji aliyê afirandina lehengên zilam de -derûniya wan- nivîskar weke ku xwe pir ne êşandiye ango bûyer ji vegotina ango ji nîşandana kesayeta lehengên zilam pêştir û girîngtir sekiniye. Li gor min diviya hinekî din jî li ser derûnî û kesayeta zilaman bihata sekinandin. Gelo li ser yên jin têra xwe sekiniye? Mixabin bersiva min ji bo vê jî dê ne erênî be. Ji aliyê hûnandina çîrokê ve bi min xweş hat. Herwiha roman bi du çîrokan dimeşe û dawiya dawî herdû çîrok dibin yek. Helbet ev şêwe an jî vegotin vegotineke klasîk e. Lê dîsa jî li xweşa min çû weke xwendevanekî. Nexasim rûpelê herî dawî ku bi awayekî nazîre bi Alan Kurdî ve hat girêdan li cem min bû xelaskarê romanê jî. Di hin ciyan de nivîskar weke hemî nivîskarên Kurd -her çiqas ne weke yê mêr be jî- hinekî sloganîst tevgeriyaye. Ev jî çarenûsa me ye û bi erdnîgarî û bextreşiya me ve girêdayî ye ango tiştekî asayî ye êdî. Lê bi ya min divê êdî ev tişt biguhere an jî bi hostatiyeke têr û tije di nav çîrok û romanan de bê perçiqandin. Ziman Ziman têra xwe sade û herikbar bû lê birastî nikarim bêjim ji hêla şayesandinê ve serkeftî bû. Her çiqas zimanekî sade û herikbar be jî gelek caran çav û mêjiyê min li hevokên edebî geriyan. Yeka/î ku axaftina wî bi kurmancî be bi hêsanî dikare bixwîne û dê çêjê jî jê bistîne. Bûyer Bûyer weke min li jor jî got ne pir enterasan bû ji bo yekî ku li rojhilata navîn dijî re nexasim yekî Kurd re. Lê heke xweşbûn be pîvan, xweş bû. Zayend Dixwazim li ser vê mijarê bisekinim lewra qey çend nivîskarên me yên jin hene? Belkî bi hejmara pêçiyên destekî ne. Ji ber vê yekê ez nivîskar ji dil û can pîroz dikim. Nivîsandin ne hêsan e nivîsandina romanê qet qet ne hêsan e. Ez weke xwendevanekî dema nivîskarên Kurd yên jin dixwînim gelekî kêfxweş dibim ez zanim ev hevoka min jî dibe ku min weke yekî nêrîn nîşan bide di çavên jinên ku dê vê nivîsê bixwînin de lê na ez bi temamî li ser nivîskariya Kurdî hestên xwe tînim ziman. Jana Seyda, di vegotina romanê de bi xwendevan qet nebe bi min da hîskirin ku nivîskar jin e. Gelo ev qelsiyek e? Qelsiyek be li gor kîjan rê û rêbazan qelsî ye? Ezê nekevim kûrahiya vê mijarê lê tenê dixwazim bibêjim dema nivîskar çîrokekê an jî romanekê binivîse divê berî her tiştî bi temamî li gor kesayet û zayenda lehengên xwe bimeşe newsa be dê ew roman an jî çîrok ji rastiyê dûr be. Di dawî de dixwazim bibêjim ku ez weke endamekî vî gelî bêyî ku bi mêjiyekî gemarî an jî nêrîn binêrim bi nivîskar û xwendevanên Kurd yên jin serbilind im û herwiha pir bi hêvî me jî.
Jineke Mirî Li Cihangirê
Jineke Mirî Li CihangirêJana Seyda · Avesta Yayınları · 202125 okunma
··
532 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.