Gönderi

200 syf.
·
Puan vermedi
·
67 günde okudu
Min Helîm Yûsiv bi pirtûka navê  "Mêrê Avis" naskir, di nava wê pirtûka wî de 15 kurte çîrok hebûn . Pey wê pirtûka wî min sê hep pirtûkên wî yî di jî xwendin; Tirsa Be Diran(roman) Mirî Ranazin(Kurte çîrok) û ya herî dawî jî Sobarto(Roman). Di nava roman û kurte çîrokên Helîm Yûsiv de hem tiştên fantastik û efsûnî, hem jî tiştên rastî, dîrokî û tiştên ku serê wî û însanê dî de derbas bûne hene, êşê milletî kî bindest tê de heye. Em vê tarze gellekî di nava edebîyata kurdî de nabînin, lê hem momeste Helîm hem jî momaste Bextîyar Elî roman û kurte çîrokên xwedê her car bi vê tarze êne qambile me, ev tarz herî zêde edebîyata Emerîkaya latînî de heye û ji xwe jî ev tarz tarza waye. Di nava vê edebiyatê de ne tenê tiştên rastî yan jî tiştên efsûnî hene herdu nav hevdû de ne û bi pevre rastiyeke nû derxîne holê. Vê tarzen de cîhanê herî zêde; Gabriel Garcia Marquez, Jorge Luis Borges, Julio Cortazar, Juan Rulfo, Clarice Lispector, Franz Kafka û gellek nivîskarên dîn jî tenê naskirin, lê ez bawer û hêvîdar im ku rojekê bi xera vergerek qelîte hem mamoste Helîm Yûsiv hem jî mamoste Bextiyar Elî li nava hemû cîhanê de êne naskirin û xwendin Soborto bajarekî xeyalî ye bajarekî ku Helîm Yûsiv romana xwe de ava kiriye ev bajar kokê xwe li ser agirê sînema Amûdê de şîn bûye lê ne tenê çîroka agirê Amûdê yê çîroka milletekî û coğrafya ku ew milet jiyana xwe tê de derbas dike ye. Romana sobarto li ser heft beşa hatiye ava kirin, vê romene de du qerekter ê mezin hene; Silêman: çîrok dor jiyana wî de di meşê û çîrok bi devê wî tê nivîsandin  Silêman jiyan, qeder û  hestê miletê kurd temsîl dikê Belkıs: cografyaya sobarto yê temsîl dike hem xwesteke Silêman e hem jî qatilê Silêman e her tim hişê Silêman li ser belkis e Silêman romanê de  behsa jîyana xwe ya berê dike, behsa sobarto yê. Ew xeyalên ku di nivîde mane û ew çûye derveyê welêt û bi yeka din re zewicîye lê hêj jî di heşê wî de ew jîyana sobartoyê hevalên sobartoyê û evîna wî ya ku li kurda ne mumkûn evîna ku  li pey xwe hiştîye. Silêman gellek caran henekê xwe laşê însane dike careke himame de laşê xwe meyzand û bi seetekê kenî û di gota laşê xwe "tu rojekê dikeve bîne axê Silêman gorî dîtin û jiyana xwe tê guhertin fikrê wî li ser jiyanê hişk dibin gellek caran tenê erotîzmê dixwazê, lê pêşî mirovekî romantîk bû pêşî karî bû bêje ku  divê jin vekirî bê, vikirandine jina weke pêşketinê dît weke vê gotina wî "Çiqas cilên keçikê kin bûna, min digo qey ew qasî têgihîştî û bajarvanî ye jî, lê hêdî hêdî keçikên ku çariyan diavêjin ser rûyên xwe bi min çêtir bûn ji vanê çarî li ser mejiyên wan bû û jî derve de cil kin bûn." Her çikasî jî şeş Beşê romanê di dora jiyana Silêman de bigerin jî kûrbûna xwe de portreke dîrokî di tenê qambile me lê dîsa tevineke romanê li ser agir e; agirê evinê, agirê zindanê û agirê Amûdê... Di nava van motîfên rastî de motîfên efsûnî û fantastik gellekî hostatî ketine nav romanê Carna mirov nîvê xwendinê de fêm nake ma kîjan rastîye û kîjan efsûnî ye.
Sobarto
SobartoHelim Yusiv · Peywend Yayınları · 201933 okunma
··
830 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.