Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

135 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
24 saatte okudu
Şoreşgerê wêjeyê
Pêşiyê dixwazim çend peyvan bikim ji bona Mamosteyê me şagirtan MEHMED UZUN.. Dixwazî kurdan nas bikî pêşiyê Pirtûkê Mam Mihemed  bixwîne. Tû yê tê de êş û kesera gelekî bibînî, tû yê dîroka wî gelî bibînî, tû yê di wî dîrokê de kurdê leheng û nemir bibînî, ya herî girîng hest û ramanên gelekî bi her cureyê tû yê bibînî. Mirov nikare bi tenê ji te re bêje nivîskar Mamo tu ne nivîskarî, tu despêka hêstani ji bo min, destpêka kurdayetî ye, destpêka dîroka Kurdistanê yî. te dîroka kurda kevnare bi pênûsa xwe ya bi hêz di nav wêjeya nûjen de anî cihekî pir bilind û binirx. bi hejmetkarî berhemên te em dixwînen, bi hestên te dijîn. ev rêya  pîroz a te li me vekir heta ji destê me wêrê emê lê bimeşin. Te zimanê kurdan, çand û hunera kurdan wêje û dîroka kurdan bi me da nasîn û ji me re mîras hişt. Çavê te ronî be Mamo ciwanên te bi bawerî di rêya te de diçin. Ewê her biçe baştir bibe, her biçe emê zêde bîbîn, her biçe emê pêşve biçin, zimanê xwe bi gelên dinyayê bidin nasîn, ya herî girîng emê bi gellê xwe bidin nasîn. Zimanê gelê bêsiûd niha bûye sedema raperîna wê gelê, wekî tê gotî (Ez hatim dawiya şerê xwe, min kêm zêde şerê xwe bi ser xist, şerê min û peyvan êdî xilas dibe) belê şerê te gihiş dawiyê lê şerê ku tê despêka wî kir jî bo me nû despê dike, şoresa me bi pênûsê berdewam dike ew pênûsa ku ji destê te wan berhemên giranbuha nivîsî niha di destê ciwanên te de ye çavê te bila vekirî nemîne bi aramî razê. Mamê ciwanên kurda.  
Mehmed Uzun
Mehmed Uzun
Di vê berhema Mehmed Uzun çîroka zilamekî û kalekî pêşkêşî me dike. eSerdar ji welatê xwe sirgûn bûye û di koçberiyê de rêya wî di gundekî re derbas dibe, li wê gundî Serdar û kalekî rastê hev têne li gel Kalê Rind dêmekî disekine piştre ew diçe Stokholmê û çend car dîsa dizivire gund Kalê rind dibîne. Li gel wê disekine, jîyana Kalo fikir û hestên wî, tenêtîya wî, ji bo çi hatîye vê gundê bi cih bûye û ew kîye van hemûyan gelek meraq dike û li ser wî ew dixwaze biaxivin û di hatina wî ya dawîn de Kalo behsa wan hemû tiştan jê re dike li gel wî sozekê jî dide Serdar ku li ser dîrokê ewê biaxive û Serdar ji wê bike roman bi wî awayî berdewam dike bi kêfxweşî bixwînen.
Mirina Kalekî Rind
Mirina Kalekî RindMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20154,204 okunma
·
42 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.