Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd (22-25,Gulana 1919an)
Encûm Yamûlkî(Asma Xan) di axaftina xweya vekirina Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd (Gulana 1919an) de dibêje: “Xanimefendîyên rêzdar! Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd, ji bo pêkanîna aramancên pîroz hatîye damezirandin. ... “Ji bo pêkanîna rizgarî û paşeroja Kurdistana me ya ezîz û xoşewîst, xîret û xebateke zêde pêwîst e. Di vê xebatê de îştiraqkirin û beşdarbûna jinên me yên necîp, bêguman zewqeke bilind a însanî û wijdanî dide mirov. "Xanimên rêzdar, îro qedera hemû milletan diguhere, ji bo her kesî heqê wan tê dayîn û em jî heqê xwe dixwazin. Lewra li meydanê Kurdistanek mezin û bi mîlyonan kurd hene. Ewên ku herî zêde dixwazin ji bo pêkanîna armancên neteweyî bixebitin û heskirina neteweya xwe bi fedekarîyên mezin nîşan dane, em ji wan re gelek sipas dikin." ... Mistefa Paşayê Yamûlkî berîya mirina xwe, wesiyet kirîye ku ev risteyên jêrê li ser kêlika gornê wî bête nivîsandin. "Ditirsim ey weten bimrim, nebînim bextiyarî tu, Binivsînin le ser qebra min, weten xemgîn û ez xemgîn." Encûm Yamûlkî keça Mistefa Paşayê Yamûlkî ye. Jêrenot: Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê, di 10ê meha Kanûna 1918an de, ji bo darizandina sûcdarên Şerê Giştî û mesûlên tehcîra Ermenan, ji alîyê hikumeta Damad Ferît Paşa ve Dîwana Herbê Urfî hate damezirandin û Mistefa Paşayê Yamûlkî ji bo serokatîya heyeta vê mehkemeyê hate wezîfedarkirin. Di vê dema serokatîya wî ya mehkemeyê de, rû bi rû yan jî xiyabî, ji bo Mistefa Kemal û hinek hevalên wî û herweha gelek endamên Îtihad-Teraqî, cezayên darvekirinê têne birrîn. Ji ber van biryarên Dîwana Herbê Urfî ya dema serokatîya wî, ji alîyê piştgir û rojnameyên îtihadparêzên wê demê ve bi navê “Mistefa Paşayê Nemrûd” yan jî “Kurd Mistefa Paşa yê Nemrûd” tête binavkirin. Çavkanî: Kovarabîr Seîd Veroj
·
51 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.