Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

168 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
'EZ SOND DIXWIN EZ EDÎ NEBIM KURD"(r.104)
Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lap nehatibe kirin jî em dibinîn kû zargotina Kurdî de ev cure berê de hebû. Di nava gel de him bi forma deqa him jî bi forma diyalogan çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin.Çîrokên vî teşeyî en Kurdî Mele Mehmudê Bazidî (1797,1867) bigire Xelîlê Çaçan ( 1924,1981) û heya roja îro alî niviskarê Kurd be hatine nivisîn.Weysel Tirpan jî berhema a bi navê "Lîlav"ê li ser himê vê teşeyê avakiriye. Di edebiyata cîhanê de pîvana herî sereke yek jî ewe . Divê zimanê çîrokan helbestkî be. Niviskarê me jî çîrokên xwe serî heya dawî bi awayekî helbestî û gelek bi hêstiyarî nivîsye. Heta demekî çîrok îtnîbatnî dibin. Tenê helbest di meydanê ne. Pîştî çend helbestan. Berhem dîsa tê ser kemla xwe dikeve şiverêya xwe û dimeşe. Niviskar bi çîrokên wekî Hebûn an Nebûn, Kes Tune, Heman Qeder, Rewşa Hewayê, Qesas, îmze û Rawestgeh bi hêstên netewî bi şêwazek polîtik destpêdike, hêdî hêdî xwe berdide nava civatê, têkiliyên du kesî û takesî. Di vê rêyê de ne dev ji zimanê helbestê berdaye. Ne jî dev ji deqên zargotinê bernadeye û kurte kurt vegotiye. Di edebiyata cîhanê de pîvana din jî heye kû divê bila honak be. Lê him Mele Mehmudê Bazidî him jî Xelîlê Çaçan çîrokên gelerî jî berhevkirine û nivisne. Weysel Tirpan ji him çîrokê li gor pivanê cîhanê çîrokên honakî nivisye. Him jî wekî Mele Mehmudê Bazidî û Xelîlê Çaçan çîrokên gelerî jî berhevkiriye. Bi deqên honakî ên wek "zexel" (r.25) "lingên ku li gund mayî"( r.161) "kêra potika sipî pêçayî "( 164) metnê ew qas tîr dike. Heta metin ber bi kompleksê diçe. Her wiha deqên zargotinê jî pirin. Deqa kû çîroka Xwestinê de kar aniye " Çakêtê mêrê xwe li xwe kir û çaya tarî ya wek qîrê, danî ber xwazgîniya" (r.154)deq wisa bicî buye. Kesên ku haya wan vê deqê tuneyî sehnake ka bersiv erêniye an neyînî. Êja em werin li ser hêla peyamdayinê. Tê zanîn kû divê çîrokê vê şêwazê peyaman jî bidin. Çawa ku me li jor jî got çîrok bi hêstên netewhezî û politîk hatine nivis. Mekan hertim welat te. Zilm û zordarî ya gel dikşîne heye. Di çîroka Sond de (r.104) Divê " Ez sond dixwin ez ê carekedin nebim Kurd" Di vir de jî zilma kû xwe gihandiye reşê ezmanan tine ziman. Karekterê çîrokê ew qas canzerî dibe axir sondek bi vî rengî îronîk dixwe. Tevlî îroniyê peyva "Kurd" va berxwedaneke nebenî li dar dixe. Çîroka Keysfile va dîsa deqên di nava gel kar aniye. Bi min tenê peyva Keysfile jî têra vegotina komkujiya Ermenan dikir -peyva kesy xwe tê wateya zordariya hêzdara. File jî navê ku bo mirovên ne Misliman e-. Niviskar bi vê hevokê ve -Qerektera jin a Ermen, dibêje-" Qur'ana we de tiştekî wisa tê nivîsandin?" ola îslamê di nav vê gunehê de dadweşîne. Ango divê îslam wa nekir dewletê kir. Axir xwîner çîrokên xwe ên gelerî bi nûvenisek xweş de dubare dixwîne. #deqeçîrok #çêtokêndapalandî
Lîlav
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201621 okunma
··
525 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.