Em herdu dikarin şa bibin em binêrîn asîman
Ji van ronîyan birev ji van çîtikên şekira
Diranên zarokan ji tawan ji gezgezokan
Ev çavên min yê mezaxtî azad bike
Ev destên min yên tirs digerin bigre
Xwe ji van xanîya hilavêje ji van jî wayên dîtir jî
Em binêrin asîman
Emê a niha bên nizanim kîjan rawestgehê
Em binêrin asîman
Emê bêjin yên peya bibin hene otobûs wê bisekinê emê peya bibin
Ev tarî wîsa başe bibexşinin Xwedê
Bila her kes bi rakevê baş dibê ez xweş dibim
Dizek polîs birçî têr bila rakevin
Bila her kes rakeve tinê nahêlim tu rakevî û ez ranakevim
Tu kes nebê emê bibîn em em ranekevin
Çawa be em serxweşin çawa be emê hev maç bikîn li kolona
Min berde em binêrin asîman
Ez nizanim çi destên te de hene em binêrin asîman
Hindê digirim bi hêz dibim em binêrin asîman
Ev çavên tê yên demên dîrokî wekî tenê wekî daran
Ez dinêrim ko avên min gerim bibin gerim dibin
Min te girt anî li vêdera bilind
Gelik perkazên te hebûn yek bi yek min dadan
Da tu min vegerî yek bi yek min dadan
Wê niha otobûs bê em suwar bibin û biçin
Derik em nekarin vegerin bi ecibîne zetir zor e
Yek destên te yek destên min bes e bila bes be
Min te wegirt ji xwe re rakir nesekine xwe bide bîranîn
Nesekine xwe bide bîranîn
Nesekine em asîman binêrîn.
Helbest Turgut Uyar/Werger: Şahin Elçi