Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

112 syf.
10/10 puan verdi
Nexweşekî Pir Bêhal e!
Silav hevalno Lêkolîna min de dibe ku ~spoîler~ hebin, li gor wî bixwînin dûr re nebêjin te negotî:) Niviskara me Gulîstan Çoban di sala 1982da li Erxanîyê hatî dinyayî. Zewicandî û xwediyê du zarokan e. Niviskar ji ber jin bûna wê bala min kişand, ji ber ku çend heb niviskarên Kurd xwendiyim lê nav wan de qet jin tune bû û mamoste Gulîstan bû an yekemîn. Wê pîroz dikim ji ber qelema wê, qelema wê ya wekî kanîyek mesnewî diherikî. Mamoste gotinek xwe de gotî ku "Ên herî hev tên jin û qelem in û ên herî hev dûr xistin in jî jin û qelem in". Û em dibînin ku mamoste ev tabûyê hilweşandî, ew û qelema xwe bi hev re bextewar in. Xwedê bextewarî ya wan zêde bike, zêde bike ku em jî ji wan re nesîbê xwe bigrin û dilê xwe têr bikin. Em werin ser pirtûka xwe bêguman haya we Feqiyê Teyran heyin, ew ku bûye Yunus Emre yê Kurda, şaîrên ku av û teyran diaxive. Ew ewqas mezin e ku bûye mijarên stran û helbestan û dengbêjan. Lê nizanim we qet bihîstî evîna wî? Evîna wî û Sînem Xatûnê? Ez bibêjim min nebihîstê bû û ji ber wê hinek aciz bûm ji ber ku em dizanin eşqa Leyla û Mecnûn, Kerem û Asli lê em eşqa ên xwe nizanin û ne eşqek piçûk e jî. Li ser eşqa Feqî û Sînem gelek riwayet heyin lê îro em ê guh bidin momeste Gulîstan. Wê ji bo evîna wan gelek lêkolîn kirê û dawî ya dawî ev pirtûk peyde bûye. Sînem Xatûn dotmam û bûka Mîr e û Mîr gelek jê hez dike ewqas hez dike kî ji bo na wê qonaxan lê dike. Lê mêrê wê yekî baş dernakeve yekê beradayî ye û jixwe zû jî dimire. Sînem Xatûn jî xwe dide ser îlm û xwendinê. Li pirtûkxaneya qesrê de ji xwe re dixwîne, dixebite. Rojekê deftera Feqiyê Teyran rast lê tê û dixwînî. Kêfa wê helbestê Feqî tê û dibe heyranê wî. Dîsa rojek Feqî cihakek tê û ew û cêrîya xwe ji bo dîtina Feqî dikevin rê. Wexta Sînem Xatûn çav Feqî dikeve ji bo hîsê xwe eşkere neke pozbilindî dibêje "Wîîî, Ev e Feqiyê Teyran?" Feqî li ber vê gotinê diqehire û nasekine ew jî dibêje "Erê şoxê erê şengê Kemer sistê li nav tengê Heçî kesê li te rake Ji te va ew e yê pak e" Sînem Xatûn ji ber van gotinan re şerm dike û bi lez direve diçe. Wê rojê pey de Feqî alîyekî ji bo zimanê xwe negirtî aciz e, Sînem alîyekî ji ber gotinên Feqî şikîyayê û çav bihêsir e. Feqî ji Sînemê re nameyek dinivîsîne û nameyê de dibêje ku; "Xatûna min ev çend mehin ji ber wan gotinên min yên nebaş, xewa şevan li min herimî ye. Ez bi şev û rojan li wesîleyekê gerîyam ku xwe bidim efûkirin. Min sed carî got 'heft xwezil min karîbûya ew roj paşda bianîya û ew gotinên ji devê min derketibûn şûnda bigirtana.' Yan jî, te jî çend gotinên giran li min vegerandana. Tu wisa bê deng û bi çavên şil û dilekî şikestî neçûyayî. Lê sed heyf! Te ez layiqê çend gotinên giran jî nedîtim û tu mafdar î." Û li binî jî helbestek dadihînî û dişîne "Ey dilbera gerdenzer î Way nazika dêmqemer î Qamet ji mûma fener î Weran ez im malim xirab ..." Wisa destbi evîna wan dike. Êdî Feqî ji bo xwe bide baxşandin qonaxan ji bo Sînem Xatûn tê avakirin dixebite kevir û av dikşîne xerc çêdike. Kêfa Sînemê tê dibêje ku ew jî ji min hez dike. Feqî û Sînem ji hev dû re nameyan dişînin. Lê cihek evîn hebe evîn ku ewqas pak û rind em dizanin ger Bekoyek jî hebe li vir jî Bekoyên me Edhem heye. Nahêlin bigihêjin hev xwedîyê teyran û xatûna delal. Ji dûr wan re Kulîlkên Sînemê dimîne. Ev kulîlk tenê li ser gora Sînemê henin û dibêjin hêsirên Feqî ji bo Sînemê rijandîye de pêk hatînin. Naxwazim gotinên xwe dirêj bikim ji ber ku ditirsim dirêj bikim û xwendina we re tiştek nehêlim. Lê ev zanibin ku li pirtûkê dilê min hew Feqî û Sînemê neşewitî ji bo Mario, Galîa, Eledîn, Dilrûbayê re jî cuda cuda şewitî. Herê pir jî ji bo Mario û Galia çimkî qederan wan wekî hev bûn her du xulamên Mîr li ber destê Sînemê deyin û her du jî bavên wan ji ber ku wan layiqê xwe nedîtinin frotin bazirganan û her du li qesra Mîr bûye xwişk û birayên hev. Heta mirinan xwe jî dibêjin bavên me çima ji me hez nekir! Werin û li ser gotinên wan negirîn. Dixwazim dawîya nivisa xwe helbestek Feqî ji bo Sînemê re nivîsandî biqedînim, dembaş ji we re... Bizan ku min yar tu yî Dil jê birîndar tu yî Ez kuştim yekcar tu yî A bi kom û biçar tu yî Bi şeml û destar tu yî Çi bikim min çare tu yî Pir li min kubar tu yi Ê xezebxwendê ez im Di qeyd û bendê ez im Kuştiyê rindê ez im Sozanê findê ez im Zincir di zendê ez im Mustaqê rindê ez im Nazik qed'ala tu yî Cama peyala tu yî Xweşbejn û bala tu yî Delala mala tu yi Berbext û tala tu yî Ni'met û wala tu yî E bi şewq û halê ez im Daim dinalê ez im Zarzar dikalê ezim Harût di çalê ez im Dûr ji wîsalê ez im Yar di xiyalê ez im youtu.be/1-XjT0gWv-Q
Sinem
SinemGülistan Çoban · Dara Yayınları · 201921 okunma
··
270 görüntüleme
Şev okurunun profil resmi
-İyi Değil Çok Halsiz- Merhaba arkadaşlar İncelememde spoiler olabilir, ona göre okuyun sonra söylememiştin demeyin:) Yazarımız Gülistan Çoban 1982 yılında Ergani'de dünyaya gelmiş. Evli ve iki çocuk sahibi. Yazar kadın oluşundan dolayı ilgimi çekti, çünkü birkaç tane Kürt yazar okudum ama aralarında hiç kadın yazar yoktu, Yazar Gülistan ilki oldu. Kaleminden dolayı kendisini kutluyorum, kalemi tıpkı bir mesnevi çeşmesi gibi akıyor. Yazar bir sözünde "birbirine en çok yakışan iki şey kadın ve kalemdir fakat birbirine en uzak bırakılan da kadın ve kalemdir" demiş. Ve görüyoruz ki yazar bu tabuyu yıkmış, kalemi ile birlikte mutlular. Allah mutluluklarını artırsın, artırsın ki biz de onlardan nasiplenelim de yüreğimizi doyuralım. Gelelim kitabımıza şüphesiz Feqiyê Teyran'ı tanıyorsunuzdur, o ki Kürtlerin Yunus Emre'si olmuş, su ve kuşlar ile konuşan bir şair. O o kadar büyük ki şarkıların, şiirlerin, dengbejlerin konusu olmuş. Ama bilmiyorum hiç aşkını duydunuz mu? Onun ve Sinem Hatun'un aşkını? Kendim söyliyeyim duymamıştım bunun için de biraz canım sıkıldı çünkü Leyla ile Mecnun'u, Kerem ile Aslı'dan haberdarız ama kendimizden olanların aşkından habersiziz. Ve küçük bir aşkta değil. Feqî ve Sînem'in aşkıyla ilgili çeşitli rivayetler var ama biz bugün Gülistan hocaya kulak verecez. Yazarımız aşkları için birçok araştırmalar yapmış ve sonuç olarak ortaya bu kitap çıkmış. Sinem Hatun Mir'in kuzeni ve ayrıca gelini. Mir onu çok seviyor o kadar çok seviyor ki onun için konaklar inşa ediyor. Fakat Eşi iyi biri çıkmıyor, faydasızın biri ve zaten erkenden de ölüyor. Sinem Hatun da kendini ilme ve okumaya veriyor. Sarayın kütüphanesinde okuyor, çalışıyor. Bir gün kütüphanede Feqî'nin defterine rastlıyor ve okuyor. Şiirlerini beğeniyor, Feqî'ye hayranlık besliyor. Yine bir gün Feqî bir yerden geliyor Sinem Hatun ve cariyesi Feqî'yi görebilmek için yola çıkıyor. Sinem Hatun Feqî'yi görünce hislerini açığa çıkarmamak için gururlu bir şekilde "Heyy bu muymuş Feqiyê Teyran?" diyor. Feqî bu sözlere sinirleniyor ve durmayıp o da diyor ki "Evet yosma evet zilli kemeri gevşek beli ince ...." Sinem Hatun bu sözlerden çok utanıp hızlıca oradan uzaklaşıyor. O günden sonra Feqî bir yandan dilini tutamadığı için sıkkın, Sinem bir yandan Feqî'nin sözlerine kırgın, gözü yaşlı. Feqî Sineme bir mektup yazıyor ve mektupta diyor ki; "Hatunum kaç aydır o kötü sözlerim için gece uykuları bana haram. Gece gündüz bir sebep aradım kendimi affettirebilmek için. Yüzlerce defa söyledim 'Ah keşke o günü geri getirebilirseydim de o ağzımdan çıkan sözleri geri alabilsem.' Ya da sen de birkaç ağır laf etseydin. O kadar sessiz, gözü yaşlı kalbi kırık gitmeseydin. Ama yüzlerce kez yazık! Sen beni birkaç ağır söze bile layık görmedin ve sen haklısın!" Ve altına da bir şiir ekleyip yolluyor. "..." Böylece aşkları başlıyor. Artık Feqî kendini affettirmek için Sinem için inşa edilen konakta çalışıyor, taş su taşıyor, harc yapıyor. Tüm bunlar Sinemin de hoşuna gidiyor ve diyor ki o da beni seviyor. Feqî ve Sinem birbirlerine mektup yolluyorlar. Ama bir yerde aşk oldu mu aşk ki temiz ve güzel biliyoruz ki orada bir Beko'da(Mem û Zîn'deki kötü karakter) olmalı. Burada da Beko'muz Edhem var. Kuşların sahibi ile güzel Hatunun kavuşmalarına izin vermiyorlar. Onlardan geriye Sinem Çiçeği kalıyor. Sadece Sinem'in mezarında yeşeren çiçek, diyorlar ki Feqî'nin Sinem için döktüğü gözyaşlarından yeşermiş. Sözlerimi uzatmak istemiyorum çünkü sizlere okuyacak bir şey bırakmamaktan korkuyorum. Ama şunu bilin ki bu kitapta gönlüm sadece Feqî ve Sinem için yanmadı, Mario, Galîa, Dilrûba için de ayrı ayrı yandı. En çokta Mario ve Galîa için çünkü ikisinin kaderi birbirine benziyor. İkisi de Mir'in hizmetlisi ve Sînem'in hizmetindeler. İkisinin de babası onları kendilerine layık görmediği için tacirlere satmış ve Mir'in sarayında birbirlerine kardeş olmuşlar. Ölecekleri zamana kadar da Babamız bizi neden sevmedi diye soruyorlar! Gelin de ağlamayın bu sözlerine. Yazıma Feqî'nin Sinem için yazmış olduğu bir şiir ile bitirmek istiyorum (şiiri çeviremem ama dinletebilirim youtu.be/1-XjT0gWv-Q )
Bu yorum görüntülenemiyor
GIORDANO BRUNO okurunun profil resmi
Bu guzel incelemeyi okuyamamak kurtce bilmiyorum evet essek kadar suçluyum ogrenmedigim için eyvallah altına türkçesinin de yazmanız umuduyla
1 önceki yanıtı göster
Şev okurunun profil resmi
estağfurullah, çevireyim paylaşırım ama biraz uzun sürebilir:/
Bu yorum görüntülenemiyor
welat okurunun profil resmi
Nirxandinek zehf xweş. Serkeftin ji te û pênûsa te re.
Şev okurunun profil resmi
sipas, her hebî:)
Bu yorum görüntülenemiyor
GIORDANO BRUNO okurunun profil resmi
Teşekkür ederim ✌
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.