1-sancû
gûzekên xwe hîra solên nû dikim, memo!
xwe jî hîra hevaltiya devdeling û pêlavan...
lihevhatî û şidiyayî dixuyê ev camêr, na?
em hev dişidînin lêê, tu bizan;
ez û zeman
ez û ciwanî
ez û extiyarî
û qismetê sal û zemanan...
ji bîr nakim;
min çilçileyiya xwe li pey hişt, memo!..
bila be!..
her çi nû be,bi sancû dibe...
nîsan 2, 2015 wan
2- reşêle
"de here lo camêroo!
piştî xwendina wê reşêleya reşik
ku dikir wîtewît li ser darê,
tu jî xwe şair dihesibînî?!"
min got ji xwe re
li vê kampûsa bêber û fireh
gava ku di binê darekê re bihurîm.
û paşê,
wîtewîta reşêleyê bû stran
û ez xwe bi xwe
pê nehwirîm...
nîsan 13, 2015 wan