Hallac di navbera salên hîcrî 270-272 an de diçe mekkê ûli wir di hewşa mizgeftekê de, salekê ( ji bilî pedivîyên xwe yên mecbûrî) ji cihê xwe ranabe û nalive. Xwarina wî, her roj du qurt av û perçeyek nan bûye.
Ne baran û ne jî tavê, qet wî aciz nekirîye lewra wî wisa bawer dikir ku bi rîya paqijî û zelalîyê, mirov dikare xwe bigihîne xwedê.