Ey keça kurd
Ey keça kurd, ey keça kurd
Zû hilo derkev ji gov
Lez bixwîne, baş bibîne
Da nemînî nîvmirov
Ma ne şerm e her bimînî
Bê armanc û bê dirov?
Ey keça kurd, ey keça kurd
Zû hilo derkev ji gov
De hilo rabe delalê
Tu ne bî şîn, na bît tov
Bo tovê jîna welatî
Bê guman her tu yî şov