“her bihar vedibin di çiyan de
di aran de, zîndanan de
her vebûn, her vedibin
kulîlkên bihara derengmayî…
ne sosin e ne nêrgiz e navê wan navek din e
navê kulîlkên nûgihayî:
di sojan de
her bihar ji agir zayî sor
soring
Medya...
vedibin li Herakol,
vedibin li Gebar
her bihar vedibin li çiyayên bêmiradmayî…”