Dibe ku jiyan riyek dirêj be!
Li ser xaka xwe disekinim bo stêrk pesnê min bidin.
“En kara gecenin de sabahı olur.”
“Ne kadar iyi olsakta birilerinin hikayesindeki kötüyüz işte.”
“Ji bo evîneke watedar
Bûm guhdarvanê dengê dilê xwe.
Nebêje ji hezkirinê reviya
Ez ê dilê xwe bikim cihê hêviyê
Ez ê bi rasteqîna jiyanê
Evîna dilê xwe xwedî bikim.
Bi ronahiya dilê xwe te hembêz dikim.”
“li te digerim…..
Di bêdengiya harbûna şevên reştarî û kûr de.
Min ji şev heya sibê ji stêrkan rêyek xêz kir
da ku bigihîjim te,
û di her berbanga bi xîzokî de
di dilda hesret û evîna xwe li ser milê
xwe dikim dixwazim bigihîjim te.
Ez dizanim ku rêya min dirêj e,
lê ez di hundirê guleyek bêdawî de
bêhelhelkî ber bi te ve direvim.
Dilê min,mîna ku sînga min biqelişîne lê dixe,
û li te digerim...”