Melek demir

Melek demir
@Anggel
Ti kêmasiya min tune ye, tenê mihtacê xwe me û hew

Melek demir

, bir kitap okudu
Puan vermedi·110 syf.·
2 saatte okudu
·
Okunma: 18 Aralık 2022 14:20
·
2022 3. kitabı
Rênas Jiyan
6.1/10 · 53 okunma
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Hêsir janê dişon, ji loma ez naxwazim ku ez zêde bigirîm û êşa te ya ku di hundirê min de ye sivik bikim; ez dibêjim qey gava ku ez bigirîm tu yê rondik bi rondik ji hundirê min bar bikî, ez naxwazim ku hundirê min bê te bimîne, ez naxwazim ku hundirê min ji te bişemr bimîne; gava ku tu ji cihokên çavên min weke girî biherîkî derve ez ê vikîvala bimînim, ez bi te mişt im û ez dixwazim ku bı te mişt ji bimînim; lê yê ku xwe ji hundirê min dide valakirin tu yî, ji ber ku tu min digirînî, tunebûna te min bi girî ve dike; an tu bi zanebûn xwe dikî girî û xwe ji hundirê min dirijînî? Alî min neke, xwe neke girî û jana min sivik neke ez bi qurban! Heke di hundirê min de dilê min cih li te teng dike, bêje; ez dilê xwe jê bikim û bikim bi qurbana te!
Sayfa 33 - Belki yayınları·Kitabı okudu
Ango jiyana te wê weke porteqaleke tahmsarkî bêmahne bibe.
Sayfa 22 - Belki yayınları·Kitabı okudu
Ku a niha ya herî maqul û biaqil ev dixuye, ji ber ku tu a niha bı tirsê re cengê dikî, tu wê biavêjî jixwe problem wê ki kokê de çareser bibe.
Sayfa 22 - Belki yayınları·Kitabı okudu
Were ez dikim biqedim! Bigihîje ser dilê min! Naga te; ez, dixwazim ku ji ber guran ez vî dilî para te bihêlim.
Sayfa 21 - Belki yayınları·Kitabı okudu