Ne sê nanê firnê belav kir diya min
ne sê rojan rojî girt
Ne golîsorek por hinekirî xwest li gora dilê
xwe
Û ne jî şîrê şêr anî di şîvê êvaren de
venegeriyam li wir mam
hêvîyên wê di dil de
bûn kulmek cîncoq
şikestin û man
porkura diya min
li ber malê
hîn li hêvîya min e
hîn wê li wir por spî kir
min li vir jîn spî kir..