Mixabina vê jînê
Sotim derdê evînê
Ma ne bese şîrînê?
Were şirînê canê
Derxe ji dil vê janê
Bila her kes bizanê
Ma bo çî ye ev evîn?
Jana wê ku ne bît Jîn
Hey dîlbera xemcivîn
Tenha tu yî Zîna min
Daxwaza evîna min
Wêran ne ke Jîna min...
Helbest : Sebrî Batanî