em afirîndeyên ji hezeke b' kerb in
ji lew hezdar in, ji lew dildar in;
welew ku destê me bi çek û tiveng bin
dizanin em guleyên gulan
xwediyên ometek helbest in
li ber stranê taşte hazir dikir te, kebanî
ez dibûm malxwe min diçû nan dianî
li ser sifrê sermestiya mîrat awirê min î feodal
te dida serê xwe desmal, çavên te henûn
çay, penîr û çend heb zeytûn