Çawa dest pê bikim/mijarê vekim ez jî nizanim
Lê bi rastî jî pirtûkeke wisa bi wêrekî hatî nivîsandin di pirtûkxaneya kurdî de cih girtina wê hêja ye.
Em dikarin li ser rêbaza nivîsandina pirtûkê nivîskar gelek biêşînin, rexne bikin. Gelek tevlîhev hatiye nivîsandin mijar hê nehatî qedandin ango di nîvê vegêrînê de te hew dît derbasî beşeke din bûye, bûyereke din vedibêje. ev jî bi xwe re her ku çiqas mitelekirinê hişyar bike jî lê dawiyê tevlîhevbûnekî dide der. Nêse... rexneyên esasî ev in.
Dubare; Wêrekiya nivîskar ne mimkine ku were ji bîrkirin hêjayî pîrozkirinê ye.
Vêca em bên li ser mijara esl û resen; karakterê me yî di pirtûkê de mîrza ye. Ya rastî gelek gelek dixwazim biaxivim/binirxînim lê kurt û kurtasî çêtir e. Lewre di encamê de jê ne dûr e. Herkes di nava xwe de (her ku çiqas neyê qebûlkirin jî) hinek Mîrza ye, dixwaze bibe Mîrza. Armanç ne mîrzabûn e lê hin ferasetên Mîrza di mejiyê me de cih bûne. Her mêrek û xwediyê hişmendiya baviksalarî roja îroyîn de vê ramanê meriyetê de dijî.
Lê dîsa jî çawa ku dawîya pirtûkê de jî diyar dibe dawiya tiştên ne baş poşmanî ye. Rewşa Mîrza semptoma nexweşiyekê dide nîşan. Û heqê wî darvekirine. Noqte
Merca yekemîn a xwebûna cewherî çalakî û xebat e! Tu dizanî dinya çawa hatiye vê heyamê? Karên nîvco, axaftinên nîvco, evinên nîvco, gûnehên nîvco, bașiyên nîvco!