Lo birano ez çi bikim dunya ketiye destên hemî rehwil û gur û çeqelane
Hêvîya min jê nema Ewropane;ne dîn e,neîman e
Namûs û hisyet firotine bi peran e!
Li ser xwîna însanan bûn xwedîyê dewletan:yeko,yeko par girtin ji qetla Kurdan e
Heyfa min nayê bi tu heyfan,heyfa min tê ku bi destên bêbextên di nava meda
Kurdistan bû lîstikên dujminane
Ji bavê berêde li me anîne qira şêran û mêran
Bi panzeran hincirandin tifil ên ber pêsîrên dayîkane bira
fermane...fermane,ferman a girane