Roja zimanê Kurdî,
15'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî.
Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.
Ji bîrvekirin û lewazbûna zimanê me ,
Di serî de ji bo ( Celadet elî bedirxan ,Qazî Mihemed û ewê ku li ser ziman û axa xwe) têkoşîn day, bê rêzîye ku em li ser şopa ronahîya rêka wan bin.
Zimanê me nasnameya me ye,
Li dijî polîtîkayên bişaftînê û li dijî redkirina zimanê Kudî, en bi kurdî bixwînin û bi kurdî binivîsin.
Em bi zimanê xwe bijîn..
Emê bi her avayî xwedî zimanê xwe, Dîrok a xwe û Çand a xwe derbikevîn...
Gotinek e Direj Mihemed , li ser zimanê me...
“ Eger kurd, xwe bi xewn û xeyalên vale bixapînin û li zimanê xwe xwedî dernekevin û zimanê xwe, wekî rih û şanaziya hebûna xwe nebînin, siberojeke tarî li benda zimanê kurdî ye”
15 ‘ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Ji Me Ra Pîroz Be...🌻🍀🌼