Rehmi Kurdziman

Rehmi Kurdziman
@Kurdziman
okur
ilkokul
dunya
Mezopotamya
7 kütüphaneci puanı
37 okur puanı
Mart 2017 tarihinde katıldı
10/10
·256 syf.··
Beğendi
·
2017 67. kitabı
Selim Berekat jî mîna Yaşar Kemal kurd e, lêbelê bi zimanê xwe nenivîsiye, çawa ku yaşar Kemal bi tirkî nivîsandiye Selîm Berekat jî bi erebî nivîsandiye, lê mejî û dil her kurd bûye. Perik ji aliyê Jan Dost ve ji erebî bo Kurmancî hatiye wergerandin. Mijar hebek tevlihev e, lê xweş e. Hemdî Azad, Mem Azad, Mirovê Mezin lehengên sereke yên romanê ne
PerikSelim Berekat · Ayrıntı Yayınları · 20158 okunma
Reklam
10/10
·528 syf.··
Beğendi
·
2017 66. kitabı
Sibehul xeyrî canê min Şehê şerîn zebanê min Tu î rûh û rewanê min Bibit qurban te canê min Tealallah çi zat î tu Çi şêrîn sifet î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn rûh û heyat î tu Heyat û reheta canim Sibehul xeyrî ya xanim Were, bînahiya çavan Bibînim bejn û balan
Sağlık
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)Melayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2018285 okunma
10/10
·78 syf.··
Beğendi
·
2017 43. kitabı
xatê xanim yek ji romanên eliyê evdilrehman e ku qala jiyana kurdên dersimê dike. mêrê serlehengê romanê ku Xatê xanim e di bin zilm û îşkenca roma reş de dimire. kurê wî mezin dibe lêbelê ew jî di rêya bavê xwe de dimeşe û li hember zilm û sitema romê serî natewîne. waliyê dersimê ew davêje zindana xwe û îşkencê lê dike. xatê xanima dêya wî jî li pey rêya felata kurê xwe ye. ka bixwînin bê ka xatê xanimê çawa kurê xwe ji mirinê û ji sitema roma reş xilas kiriye. Fermo..
Şiir
Xatê XanimElıyê Evdılrehman · Lîs Yayınları, · 201629 okunma
10/10
·381 syf.··
Beğendi
·
2017 46. kitabı
Îbrahîm Osman bi rastî jî nivîskarekî zimanxweş e, di Evîna Mêrxasekî de behsa Dewrêşê Evdî û hezkirina wî ya ji bo Edûlê ya Milî û welatê wî, axa bav û kalên wî tê kirin. Dewrêş xortekî êzîdî ye, Edûlê jî keça serokê eşîra milan e. Him qala evina wan dike, him qala şerê di navbera kurdên misliman û Êzdî de dike, û him jî gernasî û lehengiya Dewrêşê Evdî vedibêje ku bi 12 hevalên xwe ve li hember tirkmen û ereban şerê kurdayetîyê dike.
Evîna Mêrxasekîİbrahim Osman · Lis Yayınları · 200818 okunma
10/10
·754 syf.··
Beğendi
·
2017 20. kitabı
hawara dîcleyê ku dawîtirîn romana mehmed uzun e, bi rastî jî bi awayekî felsefîk u edebî hatiye hûnandin. mijar pir bi hostatî hatiye rîstin. di romanê de qala jiyana Biroyê dengbêj û serboriyên wî ku di heman demê de serpêhatiyên mîrê Cizîra Botan Mîr Bedirxan in jî ye tê kirin. ji serhildana mîr bigire heta rojên wî yên li mişextiyê û mirina wî ya li suriyê, bi awayekî herikbar tê vegotin ji devê dengbêjekî hosteyê kelam û peyvê. tirkiya wî nexwînin. her tîşt bi kurdî xweş e!
Hawara DîcleyêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20163,878 okunma
Reklam