Sûndê dixum Serê te
Bi wan sîng û berê te
Naçim ji ber derê te
Çibkim bi ez-ezînê?
Tenê ez te dixwazim
Di ber te de ku razim
Bilind û Serfiraz im
Ez dê çikim bi jînê?
Roja ku yek tê dinyayê, ma hûn nizanin ew kes dê rojekê bimire jî, îcar ev girîye we çi ye? Hûn digirîn jî ji bo xwe bigirîn; cunkî mirî li dû we nayên, hûn li dû wan diçin.