- Ey welat
Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê te me
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê te me
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reş in
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê te me
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê te me
Qebqeba dengê ribat im ku li ser şax û çiya
Totiyê kohê Metîn im bazê Hekarê te me
Totiyê kohê Metîn im bazê Hekarê te me
Şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan
Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê te me
Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema
Ez dîrokê ser devê milet û komarê te me
Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika
Dengê qotîna şivan horhora cotkarê te me
Dengê qotîna şivan horhora cotkarê te me
Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal
Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê te me
Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê te me
Perdê tenbûra şivan im her yek hawakî didî
Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê te me
Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema
Şapik û şal im li bejna canfîdakarê te me
Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez
Dengê sazê cejnê Newroz im di avdarê te me
di avdarê te me، di avdarê te me