Na na na
Ez ne dizım
Ka bihêle bêjim ki me
Nizam tî me çend demin
Û çend roj in jî birçî me
Lê ne lêgerê parîk nan
Ne jî hêvîya kulmek av im
Hatim sıfra dostanîya we
Na na na
Ez ne dızım
Ji dîrokê herikîm hatim
Bihêle ku bêjim ki me
Xwedîyê va axa pîroz im
Birakê weyê hatî kuştin
Kurê dê û bavê weme
Na na na
Welle ez ne dızım
Pismamê we yê jê zilmê revîyay′
Gundiyên weyeyê mal şewitîme
Lêgerê hebûn û tunebûna we
Daxwazkarê rûmeta vî xelkî me
Ez im ez; parastwanê şerefa we!
(Alıntı)