MEHMET ANŞİN

MEHMET ANŞİN
@Mehmetansin4
Deyndarê xwe
Tır şoförü
Lise mezunu
Mardin
43 okur puanı
Ağustos 2019 tarihinde katıldı
Ji pênûsa min
Ez dibum xülama wan çavênteyi gırs.. bawer nakim wekte hebi, wilo dil hişk, weke hesin. dilê min ma li bâte, dûrbûna te tûcar têhmul nebu. û dem wek sabûnê ji destê min herikî. roja ku tu çu, ez wek zizokê li hev geriyam. min riya xwe winda kir, rê li ber min nema. ez pîr bêriya te dikim xezalê.. bi çûna te hemû deryê dinyayê li min hat girtin. û wê bi hatina te, ronahiya rojê ronî bive.
Reklam
Ji pênûsa min
Min dilê xwe kîriye hêlin jî bo kûl u derda.. û ez ê iro devê birîna xwe hêdî hêdî bıqelêşîm. min çend caran ji dûr ve gazî te kir.. û çend caran min guneh û qenciya te, di hundirê xwe de kom kir û veşart.. xatirxwestina te ya dawî ji min re mîna mirinê bû. nizanim çiqas dem derbas bû, lê wek doh bu. tu hergav duaya min ji xwedê re bû.. lê xwedê ji rehmê lî min nekîr. pîşti te sal zivîrin û rehma dilê min kêm bu. ma ew xewnên bê guneh hemî giş derew bûn?
Ji pênûsa min
Bedena te welatê min bû. bayê herî xweş ji te dihat.. tû hêrsa jiyanê, bêdengiya êşê ye. dîtna çavê qehweyî kêf u xweşîya min bu. herî zêde min nerin û rûyê te ezber dikir. ew zîq nerina te, di kûrbuna dilê min de dihat xwarê. her tiştê min bigre û evîna xwe bi min de. tü çılo bidru ezê wilo li xwekim de were. de were min bi germahiya rihê xwe germ bike. de were, ev daxwaza dil e..
Ji pênûsa min
min winda kir.. piştî te min baweriya xwe winda kir. û min porê xwe kûr kîr, ji ber qederê. pir zehmet e, mere porê xwe ji qederê re bibire. sal derbas bûn, çima wek doh xüya dike? girane ev bar, ez nikarim vê jiyanê ragirim. min ji vê qederê hez nekir, min tü car nexwest. her roja ku tu nehat, wek hezar sala derbas bu. çima tû nayê, çima sal te venagerînin? te li dû xwe şopek nehişt, te ez bindest kirim. ji bo hinik tişta biguherîm ez pir xebitîm. rastî nayê guhertin, ez gelek ketîm. lê nebû û nehat gûhertin.
Ji pênûsa min
Min kîr nekîr qane nebûm, tim reviyam ji xwe.. ez hîn û hîn ji silavên mirovan direvîm. û ez heta bi firîna çûkan aciz im. ji dengê baranê, ji ken, ji axaftinê, ji dengên bajêr, ji her kesî, ji her tiştî ez âciz im. ez te dixwazim, xwedê min êfû bike... ez te ji her kesî bêtir dixwazim, ji her tiştî bêtir, ez te her tim dixwazim, ez te li her derê dixwazim, ez te ji jiyanê bêtir dixwazim, xwedê min êfû bike.
Reklam