Merdo Erdoba

Merdo Erdoba
@MerdoErdoba
Selahattin Demirtas teröristse, bende jî teröristim.
Kurdistan
50 okur puanı
Ocak 2021 tarihinde katıldı
Parçeyek din ji me kêm bû
Mamoste Kadri Yıldırım ji nav me bar kir. Xatirxwestinek pir bilez û bêwext bû. Em pir xemgîn in. Weşanxaneya Avesta
Reklam
Newroz
Em rojî salî taze ye Newroze hatewe Cejnekî konî Kurd e be xoşî û be hatewe çend sal gulî hîway ême pê pest bû taku par Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe Lawan be eşq eçûn be berew pîrî mergewe Ewa Rojhilat, le bendenî berzî wlatewe Xwînî şehîd e rengî şefeq şewq edatewe Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta Qellxanî gulle singî keçan bê lê hellmeta Pê nawê bo şehîdê weten şîwen û girîn Namrin ewane wa le dil milleta ejîn youtu.be/4iS1B2DNehI Pîremêrd
Partiya kurdan HDP digirin xêrnexwaz
Dîsa ji bo partiyeke kurdan bigirin doz li HDPê vekirin. Ji xwe HDP xitimî ye û nikare siyaseteke ku pêşiya civakê veke bimeşîne. Weke berxê qûrbanê li bendê ne ku polîs werin û wan yek bi yek bibin. Heger bi qasî derzîyê bixwazin siyaseteke ku li dinyayê deng vede û vê xitimandinê ji holê rake bikin, divê hemû bi hevdû re îstîfa bikin, rahêjin Zar û zêçên xwe û xwe li sînoran biqelibînin, bêjin "em li cihê ku mafê siyasetê û jiyanê ji me tê stendin namînin."
HELEBÇE
  Çardehê mehê bû  Li ser Goyjê Ba qelema min firand Dema min dît û pê nivîsî Kom kom firiyan peyvên min Panzdehê mehê bû Sîrewan qelema min bir  Çaxê min girt û pê nivîsî Bûn masî helbestên min Şanzdehê mehê bû  Axxx şanzdehê mehê!!! Ku Şarezûr qelema min wergirt Dema vegerand ku ez binvîsim Wek Helebça hişk bûbûn tiliyên min Şêrko Bêkes