Birastî jî ew çi bû rûyê min ked piştre tevahî bedena min tevizand û derbasê dilê min bû. Nizanim peyvên dilê te bû an jî dengê te bû. Na na dengê kenê te bû. Ew kenê ku di bû melodiya aramiyê û dil xweşiyê. Ew kenê ku bi xwe re tevahî şevên bêdeng dixist di nava coşekê de. Ma ne çavên te di bû tîr kevan û li dilê heyvê dixist. Hevy şerm dikir ji fêrmiskên xwe yên dibarandin li ser rûyê erdê. Erd xeyîdî ji heyvê û berê xwe lê zivirand. Heyv got berê xwe min ne zivirîne ey xaka pîroz, fêrmiskên min ne ji ew tîrên ku li min ketin. Ew fêrmiskên min yên kêfxweşiyê bû. ji ber min ronahiyek dîti bû ji min bedewtir. Min çavek dîtibû mirov jê têr ne dibû. Bi çav û ronahiya xwe di bû îlham. Ew fêrmiskên îlham û mest bûyînê bû.Stêrkên asîmanan bi yek dengê û bi yek zimanê bersiv dan heyvê û gotin ew Stêrka li ser rûyê erdê bû. Ew şewqa me ya li ser dilê welatê agir bû. Gava em bê şewq di man di asîmanan de me şewqa xwe ji ew Stêrka ku bi jiyana xwe re jiyanê di afirand digirt. Ew rê û rêzanê me yê di welatê bihûştê de bû. Belê tevahî stêrkên asîmanê qîr dikirin bi yek dengê stêrk.