Mîrzayê Piçûk got:
- Mirovên gerestêra te pênc hezar gulan di bexçeyekî de diçînin û ew tiştê ku lê digerin wî bexçeyî de nabînin...
Min vegerand:
- Na ew wî nabînin...
- Lê belê tiştê ku ew lê digerin dikare tenê di gulekê de an di qurteke av de peyda bibe.
Min vegerand:
- Helbet!
Û Mîrzayê Piçûk domand:
- Lê çav kor in. Gerek mirov bi dilê xwe bigere.
- Tiştê ku dihêle sehra xweşik be, ew e ku li derekê ji derên wê bîreke veşartî heye...
- Erê rast e. Çi di xanî de, çi li ser stêran, an jî çi li sehrayê, tiştên ku wan weha xweşik dikin bi çavan nayên dîtin!
Rovî got:
- Mirovan ev rastiya hanê ji bîr kirine. Lê nabe ku tu wê ji bîr bikî. Gava tu yekî kedi dikî, tu heta roja qiyametê berpirsyarê wî yî. Tu berpirsyarê gula xwe yî..