min şe kirin îşev keziyên te
dilopên tariyê li min barîn
lê ez dîsa li stêrka digeriyam
misqalek ronahî digeriyam
li te digeriyam
xetê ruyê min ê not salî de
kenê te vaşartiye
û roj bi roj dibişkivê…
min şe kirin îşev keziyên te
dilopên tariyê li min barîn
lê ez dîsa li stêrka digeriyam
misqalek ronahî digeriyam
li te digeriyam
xetê ruyê min ê not salî de
kenê te vaşartiye
û roj bi roj dibişkivê…
em bi ken hatin,
em bi eşq hatin
û zimanên ku bi xêr hatina
me bikin me ne dît…
me dît rondikeke û li çavê me digerî,
me dît rêkên bê dawî û li meşa me digerî,
me dît kefen firoşek li mirina me digerî
dinyaya kû me xeyal dikir
ne ew dinya bû…
#