Evdal digo Temo lawo bavê te kor e, de wî wî Evdal kor e
Ez dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûm, kes nabê keremke were jor e
De tu rabe bi destê min bigire, min biavêje ser Ocaxa Şêx Bekirê Sor e
Ew zatekî mezin e, bila gilî û gazinên min bibe bigihîne dîwana rebê jor e
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Dilêm yar yar, dilêm yar yar...