Rabûbû, ew yek bi yek ramûsîbû
"Eger ez heta saetekê venegeriyam
Hûn bizanibin ku min rê venekiriye
Ez hatime kuştin... Heqê xwe li min helal bikin" gotibû
Bombe 1i piştan, tifing di destan, rext di singan de,
Xwe bi hêdîka ji pencera jorîn daxistibû
Lê çûyîn, ew çûyîn bû
Çûyîn hebû, hatin tune bû