-Şenga min Penga min
Dayik çîye zozana
Xwarîye pelê kizwana
Şîr ketîye gohana
Av ketîye gepana
Gîya da ser qiloçpana
Derî li dayîka xwe vekin
Dayika we hat ji zozana.
-Siwaro hingil mingil
Qemçika hespê te çarde zingil
Tu çûyî mala Mîr Xal Evdile bêje
Mişko! Mişkaviro! Xwelîlisero! Hevandiro
Kêza kêzxatûn
Xweyê şimika reqreqûn
Tasa zîvî, gula gulavdûn
Li ber beravê ji sermana mirîye.
Cenan divê:
-Ezê merliqûn
Garisê me yê serderxwûn
Ava me ya şolî molî
Nêrîyê me yê rûkurkirî
Dara me ya pelweşandî
Qijika me ya dûvkişandî
Mişkê me yê xwelîliser
Kézika kêzxatûn
Xweyê şimika reqreqûn
Tasa zîvî, gula gulavdûn
Ji sermana li ber beravê mirîye.