“Zînbûn ne bi tenê evîn e, esîlbûn e, fedakarî ye, êş e, zelalî ye, hêz e, nemirtî ye, sebr e, duristî ye, dilpakî ye… Zînbûn giyanwerî ye, arjenî ye, harmonî ye… Zînbûn hîvbûyîn e, stranbûyîn e, avbûyîn e…
“Evîn yekta ye. Evîn her roj nayê ber deriyê merivan. “Ew bi sîparişê jî nayê dîtin.” Di hemû jiyana xwe de meriv carek-du caran bi taya evînê dikeve. Ne zêde…”