"Ka şemalkê rohnî bikim
Ava tirî di sarincê de bimeyînim,
da te dîse gulvedana êvarê bibînim.
Li ber pala çiyê bihêle wê xewnerihana me
bi hev re xwîndayî"
"Armanc û encam ew e ku gelên bindest bi çavê hêzên civakî yên serdest li xwe û li cîyê xwe yê li cîhanê binêrin. Ji ber vê ye ku kontrola zimên her dem di navenda dagirkerîya emperyal a çandî û derûnî de cî girtiye."
Em çawa dikarin zimanê xwe xûrt bikin? Em çawa dikarin serê xwe bi mîrata dewlemend a humanîst û demokratîk a di têkoşîna gelên dem û mekanên cûda de biêşînin da ku em têkoşîna xwe xurtir bikin?
Çima Balzac, Tolstoy, Shokolov, Brecht, Lu Hsun, Pablo Neruda, H.C. Anderson, Kim Chi Ha, Marx, Lenîn, Albet Einstein, Galileo, Aeschylus, Arîstotle û Platon di zimanên Afrîkî de tune bin? Û çima em di zimanên xwe de abîdeyên wêjeyî neafirînin?