"Xelqo li min kin şîretê ew dilbera zerrîn kemer
Min dî di halê xefletê hat der ji burcê wek qemer
Hat der ji birc û penceran dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan lew 'aşiqan xwîn bûn ceger
Qelb û ceger min bûne xwîn lewra ku der bûn birîn
Ey can were halim bibîn wer ruh ji qalib bête der"