“ez
zarokekî serîhildêr ê dayikekê me
ku ji pêsîra xwe êş dotiye
û min mezin kiriye…
min şevên tirsehêz
Şikeftên reştarî veçirand
û min ber bi ronahiyê ve avjenî kir
ez bûme rûxînerî dîwarê zilmê
bi wê dendika fişekê
ku di şer de divizvizî!
tenê ez dizanim esaretê
û azwêriya azadiyê bê çi yê?
……”