Ji kitêbeke nû hêj germ û gelek ciwan silav... Ez serî de li xwe mikûr bêm kû eva cara yekem e ku kitêbekê, rojekî de bi dilxwazî dixwînim...
Mem Ararat, wek hun dizanin stranbêjekî dengzîz û kurdewarekî hêja û zimanaxiviya xwe de herikbar e. Ne hewceyê pesnê deng û kesayetiya wî bikim lewre wî jî silavek da qada helbestvaniya pirtukî...
Belê, kitêba wî ya yekem bi navê "Quling Ewr û Ba" beriya çend rojan ji weşanên Zîz'ê der çûbû. Ez jî wek çend xwînerên bişans bi kampanyayeke îmzeyê kitêba xwe da îmzekirin û bidest xist.
Kitêb; ji sê beşan pêk tê. Yekem de 9 helbest û çendên wê bi deng û muzîka Mem bûne stran. Ji vê beşê helbesta "ji êvareke Amedê" gelek min hestiyar dikir û dubare bandor li ser dilê min de hişt. Beşa duyem de 5 helbest hene li vir jî yên bûne stran hene, helbesta "Ez û Tu" bandor li ser dilî girt... Beşa sêyem de bawerim wek navê beşê gotiye " çend gotinên li dû stranan e, ji niha re" de gish albûma muzîka wî de cih girtine. Ji van jî yên ku ez ji guhdarkirina wan hez dikim û xwendina wan de jî hestiyar bum; Xaçirek,Li ser çavan,Koçer,keziyên yarê,rindê... bûn. Bi van agahî û hestên xwînerî ez dubare,beşdarbûna nivîskariyê a Mem Araratî pîroz dikim..hêviya'm helbestên nû wek kitêb çap bibin. Li me xwîneran pîroz be