Dayê îro min berde
Bê dengî êş û derd e
Dayê divê bibêjim
Kulê dil ez birêjim
Me berda rêça gela
Me da pey şêx û mela
Em ketin derya bela
Dayê te got min bela
Bi Navê Xwedayê Dilovan!
Ey reqîb her maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
"Eger laşe min sed perçe bikin, min bidin jêr gûle û recbar, biçime ser dar gotina dilêmin tê ser zar; kurdistan her wêlatêke û nabe çar."
Qazî Mihemed☀️
Rihê Hemî Şehîdên Rêya Kurdistan bila bi bihuştê şad be ☀️
Efendîno
Rahijin Teşkên Xwe
Rahijin Kincên Xwe, Postalên Xwe Û Şivqeyên Xwe
Çiyê We Hebe Li Ser Vê Axê Û We Çi Anîbe Bi Xwe Re:
Tenq, Top, Tiveng, Teyare…
Û We Çi Ava Kiribe: Dibistan, Qereqol, Dadgeh
Û Hepsên Bêdergeh, Zîndan Û Asaqgehên Têrguneh
Û Jinên Xwe Jî Esseh Efendîno, Zaruyên Xwe Jî :
Hebe Pîç Û Bêjiyên Ji Xwe Jî
Û Kuçikên Xwe Jî
Hemdê bê hed bo Xudayê `alemîn
Ew Xudayê da ye me dînê mubîn
Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer
Tabi`ê wî muqtedayê namiwer
Ew Xudayê malikê mulkê `ezîm
Daye me mîrasa Qur`ana Kerîm
Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Wa milletê Kurdî
Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im
Wa milletê Kurdî
Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Xwendevan xwînfiroşê axa welat in
Wa milletê Kurdî
Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser
Wa milletê Kurdî
Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim
Wa milletê Kurdî
"Ala Rengîn, şan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê."
Bizan ku min yar tu yî
Dil jê birîndar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Çibkim ku min çare tu yi
Bê destî hem par tu yî
Pir li min kubar tu yî
Ê bi xezeb xendê ez im
"Ji bona anînciha wesiyeta bav û kalan, vekirina tola wan û daçikandina ala xwe ser kelat û çiyayên Kurdistanê em kurd li benda Bihara xwe ne; li benda bareneke bi keskesor..."
" Ala rengîn, şan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwarên danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê."