Derbas bû "Dem" , winda bûn
mîna çûkên koçber , tenê bûn
Berî her tiştî ,birin dile paqij
serxweş kirin, em şeveke mij
eslê xwe ji bîr kir hêdî hêdî
Henek li ziman kirin êdî
Cilên kurt bûne mode.
Mode Avêt ser laşê rût de
Nav kirin Azat lê , bû kole
Nazdar bû "Nez" , sed çarî bêlome
Evîna Men û Zin, mirina birûmet
Xwe kirin Aşk - i Memnu, har û bed
Pereyan namûs firot dijmin
Go: kurdewarî zik têr nake, çi ji min
Bûn kujer e zarokê ciwanen leheng
Birayê me xayin , nava me de bêdeng
Divê ez li ser van binivîsim hevalê hêja.
Xwe û eslê me riswa kirin wek geja
Ku ji min re bibêjin: kevneperest, nezanî
Ez nikarim wekî wa xwe bifroşim erzanî
..
Erdal dersim