Tişta Celadet Alî Bedirxan û nifşên wî bi "Hawar"ê kirin, Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizîrî, Tehsîn Taha, Seîd Yûsif, Seîd Gabarî, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran di mûzîkê de kirin. Helbet girîngiyek mezin bi klasîkan û tiştên berî xwe didan, xebat li ser wan dikirin lê wek wan nedinivîsandin, ne ji aliyê ziman ne jî naverokê ve, peyva kurdî ji qesr û qonaxan ber bi ode û kolanan ve birin, ziman û mijarên rojane, biyanî xistin nav nivîsa kurdî. Nesir bi pêş xistin.