Tu wekî tava zivistanê yî.
Dilê min, germ nakî.
Lê disa hebûna te min.
Hêvî û hêvîdarî dike.
Mixabin hêvî jî êdî têra
min nake.
Divê ez bibim kilê,
li ser çavên te.
Erdal Dersim
Ne derbas bû...
Ne bi dawi bû...
Û ne jî bîr bû...
Niha di nav behr û çîrûskên çavên tê
Dîxeniqim,difetisîm,dimrim
Dêste xwê direj neke
Ji ber ku min mirina bi vî rengî heq kiribû