mîrîna egîdekî

mîrîna egîdekî
Li dûr, li dûr reşahiya eskeran ... Li dûr, li dûr teyrekî mezin î spî li firê bû Bi baskên spî, ji aliyê çiyan ber bi geliyan Li şahidiya wê roja nû bû Bû hereket û lebat, bê west û rawest Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi aheng li firê bû Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bû? Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bû?
mîrîna egîdekî
Êvar hatibû Ro çûbû,reşahî daketibû Wext, wexta ceribandina rêyên nû bû Hevalekî wan li ber devê pencereyekê Yên din li hev runiştin Serî dan ser hev, gotina xwe yek kirin Ji wan re rêya revê diviyabû Wan hê gotina xwe temam nekiribû Hevalekî wan ê şerbaz Ku ji teyrê baz dûrbîntir Ji şêrê dirende xurtir bû
mîrîna egîdekî
Wî destê xwe bir ber çavê xwe Li berfê û royê nihêrî Ro li taştêyan, tîrêjên royê li ser berfan Bîr li gerîna jiyana ciwan bû Roj hilhatibû Dinya sar, hawîrdor spî bû Jiyan ciwan, umir bîst û heft salî bû Édi tu çare nîn bû Di roja nû de êdî mirin li ber derî bû...
mîrîna egîdekî
Ba bû Seqema serê sibê bû Bayê berbangên Kurdistanê li ser rûyê wî bû Her der spî, her der gewher bû Her der ronî, her der muqedes bû Li ber derî, li ser berfa spî Jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wî hatibû... Zaroktî, mala mezin, koşka jor Kuçe û kolanên teng, bîrên kûr Bax û rez, av û çem, gund û zozan Tirî û hêjîrên rezên bav û kalan Keskesora barana biharan Dengê kehr û berxan Avên hûnik ên çiyan, gul û kulîlkên deşt û ber devê çeman Xwendin û dibistan, dîsan xwendin û salên uniwersîtê Ev hemû, ev hemû niha li bîrê bû Bîr bûbû kevokek, bi firê ketibû...
mîrîna egîdekî
"Lêdin, lêdin hevalno lêdin. Bibarînin, bibarînin birano bibarînin, Ev me çi dihesibînin!" Hemû roj, hernû êvar, hemû şev Wî weha gotibû û gule barandibû Roj qulipîbû ser êvarê, êvar ser şevê, şev ser rojê Şer berdewam bû Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr bû Dîl keleha mêrxasiyê bû Lome ji şer nîn bû Ya man ya neman bû
mîrîna egîdekî
Wî bi got Yek bi yek li hevalên xwe niherî Ew yek bi yek hembêz kirin Bi herdu tiliyên xwe yên destê rastê simbêlê xwe bada Çek, pûsat û rextên xwe şidandin Berik ajot devê tifinga xwe û got: "Hevalno, ji bîr mekin Em pênç hezar dil Pênç hezar destanên li ser kaxizan in Pênç hezar sterkên ronî yên kurdan in..."
mîrîna egîdekî
Ew, tevî hevalê xwe, niha li ber devê derî bû Bê çek, bê pûsad, bê kiras û bê veger Li ber çavên wî leylana berfa spî Li ser dilê wî gurmîna dengê şehîdan Girane û zompên jiyana kambax bû Ma kî û kî li ser vê axê şehîd neketibû Û axa rehmetê maç nekirîbû ... Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû Kirasê spî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû Wî destê xwe bir ber eniya xwe û ji bo cara dawîn Li dora xwe nihêrî Govenda tîrêjên royê, bilindahiya serê çiyan Kûrahiya geliyên bêbinî belengaziya xaniyên gundê kavil
31 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.