mîrîna egîdekî

mîrîna egîdekî
Tifing di dest de, li ber pencerê dewsa berikê, wê gotina stranê ajot Wext, wexta strana welatê neçar bû Stran, strana dilên xort evîndarên berbanga welêt bû Di berbanga sibê de, li serê çiyan Alana dengê egîdekî xort bû
mîrîna egîdekî
Bir dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê Bîr li pey hemû jiyanê bû Mal û malbat, xwişk û bira Ap û birazî, xal û xwarzî Yek bi yek niha li ber çavên wî bû Bavê kal ê rehmetî Diya pîr a porspî li wir, li kêleka wî bû Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû; "Dayê, ez qurbanê Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me Îro jiyan e, sibê mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e Eger te rojek xebera mirinê bihîste Tu bizanibe; min rûye we reş nekiriye Berxê te, çavreşe we Reşoyê bavo şehîdê welatê me ye..."
mîrîna egîdekî
"Hevalno, em çi bikin... Bêgavî bextreşî ye, kambaxiya me Kurdan e Lê, lê... gava bêgavî li ber deriyan e Wext, wexta jîr û mêrxasan e Wext hatiye; wext wexta şer e, xurtîû huner e Em pênç kes, ew pênç hezar kes Em pênç hezar dil, ew pênç dil Em pênç hezar dilên biheq, ew neheq Kî dikare dilê bi evînê hildaye vegire? Ma ev me çi dihesibînin!.."
mîrîna egîdekî
Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat... Îxanet li rê bû Îxanetê zora welat-evîniyê biribû Dor li wan girtî Li jêr esker, esker, dîsan esker, Li jor helîkopter Nefes li wan çikyayî bû Li ber lingên çiyayên serîbilind Di gundekî bêçare yê Kurdistanê de Wext, wexta şer, man û nernanê bû
mîrîna egîdekî
Saet çend bû Şevê çima weha mîna bûkekê xwe xemilandibû Stêrk çima weha ronî Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bû Di vê sar û seqemê de çima weha germ bû Bê west û rawest barana guleyan Zîpika bomban bî Di nav vê baran û zîpikê de Çavên wî li heyv û stêrkan bû
mîrîna egîdekî
Roj hilhatibû Li jor dengê helikopteran, li jêr dengê mîtralyozan bû Dîwarên xênî jihevketî Banê wî hilweşiyayî bû Hevalên wan ê din jî kuştî Çek, gule, berik û cebirxane xelasbûyî bû Ew herdu rêber bi tenê mabûn Êdî tu çare nîn bû "Hevalê ezîz" wî got "Êdî tu çare tune, mirin û çûyîn li ber me ye
mîrîna egîdekî
Stran bû, dengê miletekî neçar Awaza dilê serîhildayî bû Dengê tifing û mîtralyozan Dengê teyr û tûran Dengê seqem û bayê sibe sekinîbû Bi tenê dengek hebû; "Deng top û cebirxanan li ser singa min, Lê dayê, vê sibê çarnikar e, lê dayê... Dengê şervanekî xort berbanga sibê vegirtibû Li serê çiyayên doralî alana dengê wî bû
31 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.