Ez aciz dibim, tu namîne kêra xwe derxim û li dilê xwe bixim. Bi kirineke wilo ez ê hem ji ezabê lêgerîna yekî bêguneh xelas bibim, hem jî ez ê ji ezabê her roj rizgar bibim. Ma ev ne ezabek e ku tu ji bo armancekê sê mehan bi şev û roj di işkenceyeke nedîtî re derbas bibi, panzdeh salan di girtîgehê de bimini, dû re derkevî, hevalekî te nemabe, tu hewcedarê pariyek nan bî, ew gelê ku tu li dû rizgarkirina zimanê wî bûyî, ew ziman nemabe û tu wilo li bajarê xwe mîna yekî xerîb bigerî. Ji wê jî xerabtir ew e, gava tu bi her awayî his bikî û bibihîzî ku xelkên bajêr li dû te dipeyivin, di ber te re dibuhurin û di bin simêlan re bi te dikenin.
lê nizanim li ku me. Carina tu dibêjî qey ji vî bajarî firiyame, çûme demeke din û dîsa lê vegeriyame. Tu dibêjî qey ne di nava miletê xwe de me, lê min xwe li devereke din daniye. Rast e jî. Niha li bajarê min dengê zimanê min nayê guhên min. Ez di hundirê xwe de dibêjim, Xwedêyo, çawa vî miletî evqasî zû ev ziman ji bir kir.