Rehmetiyê Cemal gava ku jina yekem anî, keçeke pir ne xweşik bû, bi gora ewliyan heta îro jî min jineke dî ya weha ne xweşik neditiye. Lê wî got, "Qet nebe ji wê yekê baştir e ku mirov heta bimre tama jinan neke." Gava ku bû Pêşmerge got, "Qet nebe baştir e ku min bikin esker, "gava ku xwe kuşt jî, nameyek li tenișta xwe danîbû û tê de nivîsîbû, "Qet nebe mirin ji vê jiyana hîz baştir e ku tama wê nîne."
Hema rika min ji wê yekê diçe ku ez xwe biceribînim, ez ji wan kesan im ku ji xwe direvin... Hemû kesên ku ji xwe direvin dixwazin heta bimrin li eynî cihî bimînin... Ez jî heta doh ji wî tuxmê mirovan bûm, lê êdî...na... Ez êdî nikarim wek doh bim, êdî ew heta hetayê qedîya, vêga ez bi rastî dixwazim xwe radestî dinyayê bikim, xwe radestî rê û çeman bikim, xwe radestî nediyarî û çarenûsekê bikim ku leqayî têm.
Em hemû wek kewên baskokirî bi ser zelqên xwe de mexel hatine, kes newêre metrekê heta aliyê dî yê hewşa xwe here. Em bawer dikin ku hema em serê xwe ji derî derxin wê hemû belayên xwedê bi ser me de bibarin. Em êdî pîr bûne û hêza me ya firînê nemaye.