Rehmetiyê Yûsif Kewyar digot: Dem pirek e em hemû di ser re diçin. Wî digot: Însan bi xeletî weha bawer dike ku di nav xanî û li ser cade û ode û wan tiştan de dijî, însan di odeyeke tenê de dijî ku navê wê dem e...
Û mirin wek xewê ye. Em çavê xwe digirin haya me ji tiştekê nabe. Ji bilî termê me tutişt namîne. Tu fikir tu raman tu hîs. Em mîna çivîkeke bêrih dibin. Û dibin hîç, dibin netiştek. Ne jîyaneke din heye ne jî cîhaneke din..!
"Baran Ba"
“Ez ji bo kê dikarim bijîm, ji bo çi armancê? ez ê li çi bigerim? Ez ê ji bo çi şer bikim? Ez ê xeyalê çi bibînim? Kulîlkên jiyanê weşîyane, tenê stirîyên wê mane.”
Dîtina marekî, yan pêvedan, yan rev, yan jî kuştinê bi xwe re têne. Evîn jî wisa ye, mirov dibêje qey tine ye, lê piştî ku jehr dikeve nava xwînê, êş, yan kuştin rû dide. Mirov nû bawer dike ku evîn heye...