asîman xûz bûye bi ser gelî ve
bihêle
bihêle bila hevrîşim birize li sivdera Payîzê
bila baxçe binale bi dengê şalûlan
êdî deriyek im ku venabim bi ti derê ve
kes dimirin ji bo kesan
lê kes namire di şûna kesî de
herr jeneral herr jeneral
ez dibînim ku çavên te hene
çavên miriyên me jî hebûn
bi birû û bijang bûn
weke berxên serbixêlî
kûr kûr li newalan dinihêrîn
û bêsedem digiriyan
weke sûlaveke jibîrkirî
ez êdî amade me ey Kurdî
min malişt mêjiyê xewnê ji tengesebra sedsalan
weke hemû xemxwaran bihewînim di hundirê xwe de
hişyar bikim miriyekê di demê de raketî
bi dengê hewara mêrxasê çargurçik ê stranekê
Ey, dışlanmışların en dışlanmışı, en terk edilmişi! Sen dünya
için, onun şerefleri, onun çiçekleri ve onun yaldızlı umutları için ebediyen
ölmedin mi? Yoğun, kasvetli ve sınırsız bir bulut umutlarınla gökyüzü
arasında ebediyen asılı durmuyor mu?