"Biferzîne,
Di berfê de
Balindeyek im;
Hatime xwe li reşahiya çavên te danî me"
"Farzet,
Karlı havada
Bir kuşum;
Gelip gözlerinin karalığına konmuşum''
"..Biferzîne,
Di berfê de
Balindeyek im;
Hatime xwe li reşahiya çavên te danî me.."
"..Farzet ki,
Karlı havada
Bir kuşum;
Gelip gözlerinin karalığına konmuşum..''
...
Ez nêzî birîna te
dibûm,
nêzî sira bayê felekê
û semageriya
gulgenimên
matmayîna te
dibûm,
nêzî ferhenga
taristana dilê te
û barana peyvên mirî
yên li ser lêvê te
dibûm.
...
...
Gula ku
di koşeya dilê min de
hînî
xatirxwestina
heval
û destbirakan, yar
û hogiran bûbû,
gula ku
di goristana
çavlirêmanê de,
kêlîkên vegera şehîd
û xoşewîstan
dixwîne
...
...
De ka derdên
zimanê xwe
bibêjin
û çîrokên xewnê
ji qederê re
raxînin
da rexên
beravêtî
berên xwe bibînin
û gumanên ji
kevir li hêlînên
şewatê vegerin!
...