Bedîüzzamân’ın, Kürd Teâvün ve Terakkī Gazetesi’nin 22 Teşrînisânî 1324, 11 Zilka'de 1326 [5 aralık 1908] târihli 1. sayısının 7. sayfasında yayınlanan Kürdce Makalesi Nesîhetê Bedîuzzeman Mella Seîd‑ê Kurdî Ey gelî Kurdan! Îttifaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika ittihadê û
Teşkilata Medreseyan li Kurdistanê
Alimekî ku îcazeya ilmê bigirta, diçû li gundekî, tenê ji bo riza Xwedê Teala medreseyek vedikir. Eger îmkan û derfetên wî hebûna, wî bi xwe îhtiyacên wê pêk dia- nî. Eger na, gundiyan ew wezîfe bicîh dianîn. Çawa ku seyda dersa telebeyan ji bo Xwedê, bê heq û ucret dida, gundiyan jî îhtiyac û aboriya wan digirtin ser xwe. Yani hemû telebeyan xwarinên xwe ji malên gundiyan dia- nîn. Gundiyan çi xwarin bixwara, rojê sê danan didan telebeyan jî. Carinan jî wî kesê ku medrese ava kiribû, xwarina feqiyan temîn dikir. Di van herdû rewşan de jî ji wê xwarinê re bi Kurdî digotin "ratib". Feqî û telebeyên medreseyan salê carekê ji bo komki- rina zekatê derdiketin gundên der û dora xwe. Bi vê ze- katê ve pereyê cil û bergên xwe temîn dikirin. Mela Seîd di vî mudetê telebetiya xwe de qet neçûye zekat û ratibê. Lewra di nezera Mela Seîd de çûyîna rati- ban her wekî ku mirov li ber xelqê destê xwe veke û husti yê xwe xwar bike, wisa lê giran dihat. Lewma hewcedarî bi girtina zekatê jî nekir. Heta dema ku hevalên wî di- çûn zekatê, ew nediçû û tenezzulê wê nedikir. Gundî pê hesiyabûn ku Seîd li xwe danayne ku here zekatê hilde, lewma mutehessis bûn û di nav xwe de jê re hinek alîka- ri kom kirin ku ji yên wan hevaldersên wî yên ku ji bo zekatê digeriyan zêdetir derket. Wek hediye ji bo xercki- rinê tînin didine wi. Wî ji ber îhtimala minnetê, ev pere negirte ser xwe. Da birayê xwe Mela Ebdullah.
Reklam
Serhildana Şex Seîd û Bedîuzzeman Seîdê kurdî
Seidė Kurdî ji ber mucadeleya xwe ya heqdar a hemberî "Dewra Îstibdade" (Dewra Abdulhamide II) hate avêtin bi hebisxane û tîmarxaneyê. Heçî dewra C mhûrêyetê ye, nefi (sirgûn) û zindan wek du şopgerê beeman her daîm li dû wî bûn. Heyata wî ya nefiye (sirgûnê) rastî tarîxeke manîdar tê. Ev dîrok ew sal in ku hereketa Şêx Seîd hê nû destpê kiriye û berdewam e. Kifş e ku ihtimala beşdariya wî jî ya li hereketê, sergerdeyên cumhuriyeta ciwan veciniqandiye ku wî jî tevlî qurbanên tehcîrê (koçberkirinê) dikin.
110 syf.
·
Puan vermedi
'Di Tiwaletê De' Êşa Hunerê û Hunera Êşê
"Ez diêşim wê çaxê ez heme." Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû.
Di Tuwaletê De
Di Tuwaletê DeRênas Jiyan · Belki Yayınları · 200638 okunma
Qey mumkin e bi zilmê, kuştina azadiyê? Ger dikarî derbixe îdrak j'mirovahiyê! Qey mumkin e bi zilmê, bikujî tu rastiyê? Ger dikarî dil bigir, bavê j'mirovahiyê! Qet mumkin e bi zilmê kuştina fezîletê? Ger dikarî, wijdanê bavê j'însaniyetê! Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
Rêbera Xizmetê
Rêbera Xizmetê
Şîretên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ji bo Kurdan ... Hem jî "cesaret û namûsa millî" ku avaker û parêzvanê her mikemelbûnê ne, emrê we dikin, dibêjin: "Heta niha we ji mêjiyê xwe ber bi dil ve rêyek vekir, aqil û hêz xistin nav hev û perwerdeya xwe bi yekkirina şûr û qeleme pêk anî û bi vî şiklî hûn di mêraniya maddî de bi pêş ve çûn.
Reklam
Nesîhetê Bedîuzzeman Mella Seîd‑ê Kurdî
Ey gelî Kurdan! Îttifaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika ittihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim:   Hûn bizanin ku sê, sê cewherê me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek Îslamiyet, ku hezar hezar xûna şehîdane bihayê wê dane. Ê duduyan însaniyet, ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyetiya xwe nişanî dunê bidin. Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me. Ê berê ku bi qenciya xwe saẍin; em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan qebra wan de şad bikin.   Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin: Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye. Ê duduyan cehalet û bê xwendinî, ku hezar ji me da yek «qazete» nikarin bixûnin delîlê wê ye. Ê sisiyan dujminî û îxtilafe, ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmet jî, ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir.   Ku we ev seh kir bizanin çara me ev e: ku em sê şûrê elmas bi destê xwe bigrin; ta ku em hersê cewherê xwe ji destê xwe nekin, hersê dujminê xwe ser xwe rakin!. Û şûrê ewil* me'arif û xwendine. Ê duduyan îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan însanê bi nefsa xwe şuẍla xwe bike û mîna sêfîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.   Wesiyeta paşî; xwendin, xwendin, xwendin û dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin.
Ey Kurdên şêr, ku di zemanê cîhangîriya Asûrî û Keyaniyan de xwediyê leşkerên pêşîvan û qehreman bûn! Ev 500 sal in ku hûn razayî ne, bes e! Êdî sibeh e, hişyar bibin! Yan na, wê wehşet û xeflet di çola wehşetê de we talan bikin! Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
Rêbera Xizmetê
Rêbera Xizmetê
80 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.